Makarenko: Kurd li Sûriyeyê ser bikevin, Tirkiye neçar e pirsa Kurd çareser bike

Makarenko: Kurd li Sûriyeyê ser bikevin, Tirkiye neçar e pirsa Kurd çareser bike

Dîroknas, alanîst û pisporê Rojhilata Navîn ê Rûs Vadim Makarenko ku pirsgirêka Kurd ji nêzîk ve dişopîne,  bal kişand ser pêşketinên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û hişyariyên girîng da hukûmeta Tirk. Makarenko bal kişand ser hevdîtinên di navbera Ocalan û dewleta Tirk de û got: “Erdogan îdeolojiya neteweya Kurdan qebûl nake. Lê êdî îdeolojiya neteweya Kurd ava bûye, mixabin kesek nikare vê yekê piştguh bike. Divê mijarê de Ocalan û PKK gihiştine armancên xwe” û diyar kir ku ger Tirkiye di vî warî de pêngav neavêje dê dereng bimîne û got: “dê êdî demokrasiya wî têrê neke. Dê federasyon ava bibe an jî dê Kurd ji wan cûda bibin.”

Pisporê Rojhilata Navîn ê Rûs Vadim Makarenko di nivîsa xwe ya di malpera Vestnik (çavkaniya nûçeyan) a Rûsyayê de weşand bal kişand ser hevdîtinên di navbera Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dewleta Tirk de û hişyariyên girîng kir. Makarenko got: Ger Kurd li Sûriyeyê bi ser bikevin, Tirkiye dê neçar bimîne ku pirsgirêka Kurd bi şêwazeke din çareser bike. Ev yek jî bi naskirina mafên sereke yên Kurdan dibe. Tişta herî girîng ew e ku divê Kurd gavên yekalî neavêjin û potansiyela xwe ya polîtîk mezin bikin. Li her derê ji bo mafên xwe têbikoşin.”

Nivîsa dîroknas û pisporê Rojhilata Navîn Vadim Makarenko wiha ye:

“Provokasyona bi xwîna li Parisê, hêvditinên Abdulla Ocalan u Tikiyeyê nedan sekinandin. Ew tê wê wateyê ku alternatifek wan a cuda tune ye. Prosedureki ku li Imraliyê dimeşe ji bo Tirkiyeyê û tevahî ji bo Rojhilata Navîn pir girîng e. Heger Tirkiye bikare di hundirê xwe de pirsgirêka kurd çareser bike, dê pir tişt kêm zêde  bên guhêrandin. Hem li Iraqê û li Sûriyeyê jî.  Û hêrî zêde li tevahiya Rojhilata Navin guhêrtininên jeopolîtîk çêdibin.

Ji bo ku em bûyerên diqewimin fêm bikin, pêwîste em bersiva hinek pirsan bidin: Li ser kîjan esasan dê li Rojhilatê Tirkiyeyê aşitiyek di navbera kurd u tirkan de çêbibe? Pêşniyarên Enqereyê çi ne?

Formulêyên aşitiyê ku pirî caran ku PKK’ê pêş xistibû, ne li gor berjewendiyên Erdogan bûn, pirî caran PKK agirbestên yekalî pêş xistibû. Çima ne li gor Erdogan bû, ji ber ku heger qebûl kiriba dê li Rojhilatê Tirkiyeyê avabûna serxwêbûna kurdan derketiba pêş. Û ji ber vê jî îro ew der ji milê hêzên Tirkiyeyê ve pir têne parastin. Erdogan tu cara statuya kurd bi vî awaayi qebûl nake.

Pêwîste ku em bibînin ku niha nifşek nû ya gleê Kurd mezin dibe. Her çiqas ev ne fermî be, li herêmên Kurdan dijîn. Divê neyê piştguhkirin ku her ku diçe li Rojhilatê Tirkiyeyê (Bakûrê Kurdistanê) rengê Kurdan zêdetir tê xemilandin. Ji ber wê jî ev yek dihêle ku dewletê têkeve nava hewldanan. Wê demê dewlet çi pêşniyar dike? Di hevdîtinan de çi tê nîqaşkirin? Gelo Erdogan dixwaze PKK bê çek û bê hêz bike? Jixwe rayedarên dewleta Tirkiyeyê bi fermî dibêjin divê PKK çekan deyne. Lê ger wisabe, li hemberî vê dê çi bersivê bidin PKK’ê? Dibêjin em êdî PKK’ê naşopînin, (efû ji bo girityên PKK) dikarin weke hemwelatiyên Tirkiyeyê bijîn, an jî derbikevin derveyê welat? Çareseriyeke çawa? Ev tişt neyê zelalkirin anbe. Em dikarin bêjin ji bo Abdullah Ocalan hepsa malê di rojav a Tirkiyeyê de tune ye. Wê demê hevdîtin li ser kîjan esasan çêdibin? Gelo dewleta Tirkiyeyê çawa difikire? Gelo li gorî vê serhildana çekdarî ya gelê Kurd bi ser ketiye an jî bin ketiye?

Abdullah Ocalan tu carî formulên binketina PKK’ê qebûl nake. Ango bi gotineke din; Gelo dixwazin ku ji Ocalan ku êdî perspektîfên ji bo PKK’ê nede, PKK’ê tune bike? Kadroyên PKK’ê dikarin di hundirê Tirkiyeyê de bê çek weke partiyeke siyasî ya legal kar bikin? Gelo tiştek wiha dixwazin? Ger tiştek wiha bixwazin jî şoreşek mezin ji Tirkiyeyê re divê. Gelo hêza Tirkiyeyê heye ku bikare şoreşeke demokratîk pêk bîne?

Divê mirov hevdîtinên bi Ocalanê ku 14 sal in di bin îzolasyoneke giran de ye tên kirin hindik û biçûk nebîne. Ocalan di nava gelê Kurd de xwedî otorîteyeke mezin e û bi hezaran kes amade ne ku xwe ji bo wî feda bikin. Di nava 14 salan de PKK ji rêyên gelek zehmet derbas bû. Ji salên 1978’yê û şûnde kadroyên gelek xurt ên ku partiyê bi rê ve dibin hene.

Şerê çekdarî êdî li Tirkiyeyê encam nagire.  Em nikarin bêjin êdî dewleta Tirk di aliyê leşkerî de bê hêz bûye, lê encamên ku bikarin bi rêyên aşitiyane bi dest bixin zêdetir in. Bê guman Kurdên ku berê navê wan nedihat ser ziman îro bi derketina PKK’ê re bûne xwedî hêzeke mezin. Ji ber wê jî bêçekbûna PKK’ê ya yekalî nabe. Divê ji aliyê dewleta Tirk ve pêngavên xurt û xwedî perspektîf bên avêtin. Gelo dê kîjan gunertin û zagon bên çêkirin ku bikarin çareseriya li Tirkiyeyê nîqaş bikin? Kîjan astengî hebin partiya Erdogan dikare rake? Gel dikare vê yekê bike? Gelo qala kîjan xeteriyan tê kirin? Bê guman ev prosedurekî gelek zehmet û demdirêj e. Zagonên Tirkiyeyê helbet ji bo çareseriya vê pirsgirêkê bê guman astengiya herî mezin in li pêşiya Erdogan. Erdogan li aliyekê ji bo biratiya Kurdan sond dixwe, li aliyê din jî Kurdan qebûl nake. Ango îdeolojiya neteweya Kurdan. Lê êdî îdeolojiya neteweya Kurd ava bûye, mixabin kesek nikar vê yekê piştguh bike. Divê mijarê de Ocalan û PKK gihiştine armancên xwe.

PKK’ê gelek caran agirbest ragihand. PKK dikare çekan deyne, lê ger dewleta Tirkiyeyê sozên xwe bi cih neyne, dê dîsa bi hezaran kes çek hilbigirin. Mesele ne PKK ye, mesele ew e ka dê Erdogan piştî vê çi bike? Dikare çi bike? Dikare bersivek bide daku PKK pêngavên radîkal biavêje? Ger di destê dewletê de plana çareseriya pirsgirêka Kurd tune be û hevdîtinan bide meşandin, ev bêberpirsyartiyek mezin e. Ger di destê Erdogan de plana çareseriyê tune be, perspektîfên hevdîtinê jî tune ne.

Pêvajoyên cur be cur ên çareseriya pirsgirêka Kurd dide xuyakirin ku pirsgirêka Kurd bi çar alî dimeşe. Pêşketinên li parçeyekê dihêle ku li parçeyeke din bi awayeke cûda pêş bikeve. Mînak em dikarin bêjin, pêşketinên li Iraqê çêdibin, bandorê li hemû parçeyên din dikin. Vê yekê beriya her tiştê bandorê li Tirkiyeyê kir. Ger Kurd li Sûriyeyê bi ser bikevin, Tirkiye dê neçar bimîne ku pirsgirêka Kurd bi şêwazeke din çareser bike. Ev yek jî bi naskirina mafên sereke yên Kurdan dibe. Tişta herî girîng ew e ku divê Kurd gavên yekalî neavêjin û potansiyela xwe ya polîtîk mezin bikin. Li her derê ji bo mafên xwe têbikoşin.

Ew pêşketinên Krudan ên li derveyê Tirkiyeyê ji bo qanekirina Erdogan û hevalên wî dibin amûrek çareseriyê. Divê hewl bide ku pirsgirêka Kurd di nava Tirkiyeyê de çareser bike. Ger wisa neke mixabin di demeke nêzîk de dê êdî demokrasiya wî têrê neke. Dê federasyon ava bibe an jî dê Kurd ji wan cûda bibin. Niha şans heye ku Kurd li her derê zana û mezintir dibin.”