Mafên gelên xwecihî ji bo berjewendiyên aboriyê tên xespkirin

Mafên gelên xwecihî ji bo berjewendiyên aboriyê tên xespkirin

Gelên xwecihî yên li gelemperiya cîhanê ji 350 heta 400 mîlyon ne, ji bo li ser xaka xwe bibin xwedî gotin, di nava hewldanan de ne. Di konferansa Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li bajarê DYA New Yorkê de, nûnerên gelên xwecihî hewl didin mafên xwe ewle bikin, lê dewletê mezin jî ji bo hîn bêtir bi hêsanî karibin welatên xwecihan ên xwedî çavkaniyên dewlemend talan bikin, zextê dikin.

Di çarçoveya 69. Civata giştî ya NY de, konferansek tê lidarxistin ku li gel guhertina bahewayê, wê pirsgirêkên gelên xwecihî jî bê nîqaşkirin. Di Konferansa Gelên Xwecihî ya duh destpê kir û çav li rê ye îro encamnameya wê bê aşkerakirin de, dewlet tên temsîlkirin lê belê gelên xwecihî bi tenê bi statuya "rêxistinên civaka sivîl a navneteweyî (NGO)" dikarin beşdar bibin.

Ji bo çareserkirina pirsgirêkên gelên xwecihî ku beşeke girîng a ji wan li parzemînên Amerîka Bakur û Başûr, Asya û Ewropayê dijîn, di sala 2007'an de 'Belavoka Mafên Gelên Xwecihî' hatibû weşandin, lê belê heta niha bi tenê 22 welatan ev belavok erê kirine. Di encama têkoşîna bi dehan salan a gelên xwecihî de belavok li Civata Giştî ya NY li hemberî 4 dengên dijber bi 143 dengan hat qebûlkirin. Li gorî vê belavokê, gelên xwecihî divê derbarê statuya xaka xwe, pêşeroja xwe ya siyasî, mijarên aborî, civakî û çandî de bi xwe biryarê bidin.

JI BO ÇAVKANIYÊN DEWLEMEND TALAN BIKIN, XWECIHIYAN LI DERVE DIHÊLIN

Lê belê ji ber çavkaniyên dewlemend ên ser û bin erdê yên li xaka gelên xwecihiyan dibe asteng ku, dewlet belavokê li parlamentên xwe pêşkêşî dengdanê bikin. Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA), Qanada, Zelanda nû û Awûstûralya di dema dengdayîna belavokê de weke dewletên ku dengê 'dijber' bikar anîn, bal kişandin.

DYA, Qanada, Çîn, Awûstûralya bi sekna xwe ya dijberî gelên xwecihî yên Brezîlya û Arjantînê yên li ser nîvê xaka Başûrê Amerîkayê xwedî hikum in, balê dikşînin. Gaza zinar ku di salên dawî de veguherî alternatîfeke xurt a enerjiyê, di serî de DYA, Qanada, Awûstûralya û Brezîlyayê li gelek welatan zêde tê bikaranîn. Mîna ku li Bakurê Kurdistanê jî çavkaniyên dewlemend ê vê gazê heye, bikaranîna wê ji aliyê kargehên mezin ên navneteweyî ve tê kirin û ev yek yekser bandorê li gelên xwecihî dike.

Xala li ser mafê gotinê ya gelên xwecihî li ser çavkaniyên petrol, komir, ûranyûm û gelek çavkaniyên din, yan jî qet nebe di hilberînê de xwedî maf be, ji aliyê dewletên pêşhatî yên cîhanê ve tê astengkirin. Gelek bendavên li Amazonê tên çêkirin jî, li gel ku rê li ber terikandina gelên xwecihî veke jî, dewam dikin. Mîna vê yekê, gelek qadên jiyana xwezayî ya gelên xwecihî, herêmên daristanî, ji bo berjewendiyên enerjî, çandinî û gelek sektorên din tên tinekirin. Bi tenê ji bo Olîmpiyadên Zivistanê yên Qanadayê ku di sala 2010'an de hat lidarxistin, bi hezaran xwecihî neçar man xaka xwe biterikînin.

Li hemberî ewlekirina mafên gelên xwecihî li Neteweyên Yekbûyî, dewletên endamê Yekîtiya Ewropayê (YE) bi helwestên xwe balê dikşînin. Her çend gotina 'gelên xwecihî' ji bo gelên eskîmo û Samiyan ên li Bakurê Ewropayê û gelek gelên din hatiye bikaranîn jî, welatên YE, bi hesasiyetek mezin hewl daye wesayeta xwe ya aboriyê ya li ser xaka gelên xwecihî hem li Ewropa hem jî li cîhanê biparêze.