Lîstika 'Banga Kobanê li ser dikê ye' li Îtalyayê tê nîşandan

Xêzeromana 'Kobanê Callîng' veguherî lîstika şanoyê. Lîstik li Îtalyayê tê nîşandan.

Ji ber xêzeromana 'Kobanê Callîng' a karîkaturîstê Îtalyayî Zerocalcare (Mîchele Rech) lîstika şanoyê hate amadekirin.

Xêzeromana karîkaturîstê navdar qala rêwîtiya Rojava dike ku di dema Berxwedana Kobanê de pêk hat.

Xêzeroman piştî ku li Îtalyayê 120 hezar hate çapkirin bi 6 zimanan hate wergerandin.

Xêzeromanê bi taybetî bala ciwanan kişand.

Projeya şanoyê ya ji ber xêzeromanê ji aliyê Imbarco û Lucca Comîcs&Games ve hate amadekirin.

Lîstika "Banga Kobanê li ser dikê ye" ya xêzeromanê gelekî balê dikişîne. Derhêneriya wê ya hunerê jî ji aliyê Nîcola Zavaglî ve hatiye kirin ku Zavaglî xelata Nastro d'Argento wergirtiye.

WÊ LI 12 BAJARAN BÊ NÎŞANDAN

Lîstik ji aliyê 17 ciwanan ve tê lîstin. Lîstikvanê ciwan Lorenzo Parotto jî karakterê Zerocalcare dilîze. Lîstika ku di 20'ê Mijdarê de li bajarê Grosettoyê dest pê kir heta niha li 7 bajaran hate nîşandan. Lîstik di navbera 5 û 15'ê Kanûnê de li paytexta Îtalya Romayê hate lîstin. Li salona ku kapasîteya wê hezar kes bû hate nîşandan û salon her roj tijî bû.

Lîstik wê di 18'ê Kanûnê de li Bolognayê, di 27-29'ê Sibatê de li Genovayê, di 3-8'ê Adarê de li Napolî û di 26-29'ê Adarê de jî li Mîlanoyê bê lîstin.

Derhêner Nîcola Zavaglî anî ziman ku wan weke Tiyatro Imbarco lîstikek şervanên partîzan ên li Îtalyayê pêşkêş kirin, berxwedana Kobanê jî ji gelek aliyan ve dişibe wê demê.

Zavaglî silav ji şervanên azadiyê re şand ku mijara lîstika wan bû. Zavaglî got, "Em zanin ku têkoşîna we di heman demê de ji bo me ye. Ji ber vê yekê em spasiya we dikin. Tevî lîstikvanên xwe hemûyan heta ji me bê em ê hewl bidin dîroka we ji gelê Îtalyayê re vebêjin."