Li Zanîngeha Efrînê wê êdî dersa Soranî bê dayin

Meclîsa Zanîngeha Efrînê biryar da ku êdî li Zanîngeha Efrînê dersa zaravayê Soranî were dayin.

Zanîngeha Efrînê beşa zaravayê Kurdî Soranî jî li beşên xwe zêde kir. Wê êdî dersa zaravayê Soranî were dayîn û bi vî rengî xwendekar hînî vî zaravayê Kurdî jî bibin.

Di nav vê çarçoweyê de Meclîsa Beşa Kurdî havînî li ser mijarê kom bû û metaryalên ku wê perwerde pê were dayin nirxand. Biryar li ser wê hate dayin ku xwendakar di sala duyan de fêrî zaravayê Soranî yê Kurdî bibin.

Rêveberê Beşa Zanistê ya Zanîngeha Efrînê Dr. Ebdulmecîd Şêxo ji ANHA'yê re axivî û got, "Armanc ew e ku şagirt ji hêla ramyarî ve geş bibin. Armanca din jî ew e ku ev bibe gavek ji pêkhatina yekîtiya Kurdan. Banga min li hemû Kurdan ew e ku fêrî hemû zaravayên Kurdî bibin."