Li Swîsreyê Meclîsa TEV-ÇAND'ê hat ragihandin

Di kongreya TEV-ÇAND'ê de ku li Baselê hate lidarxistin, Meclîsa ji 32 kesî hate avakirin.

Li bajarê Basel ê Swîsreyê, kongreya TEV-ÇAND'ê hate lidarxistin. Di kongreyê de Meclîsa TEV-ÇAND'ê ya ji 32 kesî hate hilbijartin.

Kongre bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşê dest pê kir û piştî hilbijartina dîwanê bi nirxandina rewşa siyasî û rêxistinî dewam kir.

Dûre rapora li ser karê salekê hate xwendin.

Delegeyên kongreyê diyar kirin, wan karê xwe yê salekê bi avakirina meclîsê re tacîdar kirine.