Li Swêdê gorên serdema Vîkîngan hatin dîtin

Arkeologên Swêdê ragihandin ku wan du gorên Vîkîngan dîtine ku wê der barê merasîma cenaze yên serdema navîn de karibin agahiyan werbigirin.

Gorên ji serdema Vîkîngan di encama lêkolîna pisporên ji bajarê Uppsalayê hatin dîtin.

Li yek ji gorên hatin dîtin hestiyên mirovekî û hestiyên hesp û kûçikekî hatin dîtin. Di heman gorê de her wiha şûrek, rimek, mertalek û şehekî neqişandî hatin dîtin.

Li gorî lêkolîneran kesê ku xelatên bi vî rengî di gora wî de hatine bicihkirin di dema Vîkîngan de kesekî girîng bû. Tê texmînkirin ku kesê di wê gorê de di dema 800 heta 1000 sal beriya niha jiya bû.

Gora din a ku ji aliyê arkeologên Uppsalayê ve hate dîtin, eşkere bû ku beriya niha bi çend sed salî hatiye xerakirin.

Tê gotin ku gor yek ji gorên 'kêm hatiye dîtin' e, ji ber ku di dema Vîkîngan de mirî bi giranî dihatin şewitandin. Li gorî Anton Seiler ku yek ji pisporên Swêdî ye û di lêkolînê de hebû, tenê mirovên dewlemend piştî ku dimirin cenazeyên wan dihatin veşartin.

Li gorî pisporan kesên 'girîng' jî piştî ku dimirin xelat li gora wan dihatin bicihkirin. Xelat jî bi giranî şûr an jî xelatên bi qîmet bûn.

Li Swêdê piştî demeke dirêj goreke bi vî rengî hate dîtin. Beriya niha 10 gor hatibûn dîtin ku ya herî dawî di lêkolînên salên 1960'î de hatibû dîtin.

Pispor hewl didin der barê merasîmên cenaze yên serdema Vîkîngan hîn bêhtir agahiyan werbigirin.