Li Sûriyeyê adara bi xwîn: 6 hezar mirî

Li Sûriyeyê adara bi xwîn: 6 hezar mirî

Di pevçûnên dijwar ên ku ev du sal in li Sûriyeyê didomin de, meha herî bi xwîn adar borî bû. Li gorî Çavdêrîgeha Mafê Mirovan a Sûriyeyê di meha adarê de herî kêm 6 hezar kes jiyana xwe ji dest dan.

Dîrektorê vê saziya ku navenda wê li Îngilîstanê ye Ramî Ebdulrehman daxuyaniyek da  û diyar kir ku di encama pevçûnên dijwar ên meha adarê li Sûriyeyê pêk hatin zêdetirê 6 hezar kes jiyana xwe ji dest dane. Ebdulrehman da zanîn ku artêşa rejîmê jî û berxwedêr jî ji ber marolê hêza xwe windahiyên xwe vedişêrin û got ku dibe hejmara miriyan zêdetir be.

Tê diyarkirin ku sedema windahiyên zêde yên canî ji ber operasyonên ku artêşa Sûriyeyê li derdora bajarên Şam, Heleb û Hûmsê  pêk tîne ye. Di encama êrîşên berxwendêran ên ku ji bajarê Derea ya başûrê Sûriyeyê dest pê kirin de bi sedan kes jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî daneyên saziyê, di meha adarê de 486 leşker û hezar û 464 berxwedêr mirin. Li gorî saziyê hejmara sivîlên jiyana xwe ji dest dan jî 2 hezar û 80 kes in û ji vana 298 zarok û 291 jî jin in.

Her wiha hate diyarkirin ku 588 kesên biyanî yên ku di nava refên berxwedêran de cih girtin mirine û ji vana 387 kes jî di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî van daneyan di meha adarê de 6 hezar û 5 kes jiyana xwe ji dest dan.

Bi vî awayî meha adara 2013 meha tebaxa 2012ê ku têde 5 hezar û 400 kes jiyana xwe ji dest dabûn jî li pişt xwe hişt û bû meha herî bi xwîn.

Ebdulrehman da zanîn ku raya giştî ya navneteweyî ji bo bidawîkirina pevçûnan hewldaneke xurt nîşan nade û got: “Ger çareserî pêk neyê hejmara miriyan dê di mehên pêş de zêdetir bibe.”

Tevî dawiya meha adarê, di pevçûnên du salan de 62 hezar û 554 kes jiyana xwe ji dest dan.

Lê li gorî Ebdulrehman ev hejmar nîva bîlançoya rastîn e.