Li Stenbolê 3 kesên beşdarî çalakiya 'Ji bo Berkîn adalet' bûn hatin girtin

Li Stenbolê 3 kesên beşdarî çalakiya 'Ji bo Berkîn adalet' bûn hatin girtin

Ji 19 kesên ku beşdarî çalakiya ji bo Berkîn Elvan ê di berxwedana Gezî de ji aliyê polîsan ve hatibû birîndarkirin, bibûn 3 kes hatin binçavkirin.

Ji bo Berkîn Yilmaz ê di pêvajoya berxwedana Gezî de ji ber bombeya Gazê ya polîsan avêt ji serê xwe birîndar bû û 150 roj in di beşa lezgîn de tedawiyê dibîne di 16'ê Mijdarê de li ber Qesra Edaletê ya Stenbolê li ser banga Piştevaniya Taksîmê daxuyaniyeke çapemeniyê hat dayîn. Polîsan ku mudaxeleyî çalakiyê kirin 19 kes hatin binçavkirin. Ji wan 15 kes ji aliyê dozger ve hatin berdan 4 ji wan bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Dogukan Çikar, Gokhan Yildirim û Hakan Yilmaz, bi hinceta "muxalefeta li hember Qanûna bi Hejmar 2911 a Civîn û Xepêşandanan" hatin girtin. Duygu Guneş jî hat berdan.