Li Somalî serdegirtina bargeha El Şebabê
Li Somalî serdegirtina bargeha El Şebabê
Li Somalî serdegirtina bargeha El Şebabê
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Reuters, berdevkê baskê El Qaîdeyê yê li Somaliyê El Şebab Abdîasîs Abû Mûsab da xuyakirin ku hêzên teybet ên Îngilîz û Tirk li başûrê paytextê Somalî Magadîşû avêtine ser bargeheke El Şelbab a li gundê Barewe'yê.
Tê gotin, serdegirtin weke bersivdayîne li êrîşa beriya du hefteyan a li Westgate Galerî pêk hatiye, ku di encamê de 67 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Lê belê heta niha kesî berpirsyariya serdegirtinê negirtiye ser milê xwe.
Rayedarên Îngilîz û Tirk pêwendiya xwe ya bi vê êrîşê re aşkera kirin, lê belê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) der barê mijarê de ti şîrove nekir.
Televîzyona Dewletê ya Swêdê (Svt) diyar kir ku êrîş ji aliyê hêzên teybet ên DYE’ê ve li hember Serokê El Şebab Ahmed Abdî Godane hatiye kirin, êrîş bi ser neketiye û kesê mijara gotinê ji êrîşê rizgar bûye.
Nûçegihanê Svt’ê Johan Ripos di nûçeya xwe ya bi rêya telefonê ragihand de diyar kir ku êrîş li hemberî Serokê El Şebab Godane li kampeke nêzî deryayê pêk hatiye û destnîşan kir ku yekîneyên îstîxbaratê piştrast kirine ku li herêmê keştiyeke şer hatiye dîtin.
Hejmara milîtanên El Şebab ên di êrîşê hatine kuştin nayê zanîn, lê belê tê gotin ku Godane ji êrîşê rizgar bûye