Li Slovenyayê parlementoyê hukûmetê ji peywirê girt.
Li Slovenyayê parlementoyê hukûmetê ji peywirê girt.
Li Slovenyayê parlementoyê hukûmetê ji peywirê girt.
Parlementoya Slovenyayê hukûmetê ji peywirê girt
Hukûmeta Serokwezîrê Slovenyayê Janes Jansa bi biryara Parlementoyê ji peywirê hate girtin. Her wiha ji bo avakirina hukûmeteke nû, Parlementoyê Alenka Bratusek a ku çepgir e, peywirdar kir.
Hinceta jipeywirgirtina hukûmetê jî weke rizgarkirina welêt ji îflasê, rizgarkirina dahatûya welêt û amadekirina operasyona rizgarkirinê ya navneteweyî hatin destnîşankirin.
Di encama dengdana di parlementoyê de pêk hat 55 kesan dengê erê û 33 kesan jî dengê na bi kar anîn. Bi vî awayî hukûmet bi piraniya dengan ji peywirê hate girtin.