Li Slovenyayê hefteyek zor li benda yekem serokwezîra jin e

Li Slovenyayê hefteyek zor li benda yekem serokwezîra jin e

Piştî ku roja çarşemê, li Slovenyayê hukûmet hate betalkirin, parlementoyê ji bo hukûmeta nû rêbera navenda çepgir Alenka Bratusekê peywirdar kir û pêvajoyeke dijwar dest pê kir. Divê Bratusek heta 14’ê adarê hukûmetê ava bike, lê ne rewşa partiya ku ew di nav de ye û ne jî rewşa welêt ji bo avakirina hukûmeteke nû ne ewqas hêsan e.

Welatê Slovenyayê jî ji ber krîza aborî ya li herêma Euroyê, hema bêje di her caekê de para xwe ji polîtîkayên “şidandina kemberê digire”. Piştî dengdana ji bo jipeywirêgirtina hukûmeta Serokwezîrê ji Partiya Demokrat a Sloven (PDS) ya rastgir, parlementoyê ji bo avakirina hukûmeta nû rêberê Partiya Pozitîf ya Slovenyayê (PS) Alenka Bratueskê ji bo avakirina hukûmeta nû peywirdar kir. Bratuesk a 42 salî bi vî awayî dê bibe yekemîn Serokwezîra jin a Slovenyayê. Pirsgirêka herî dijwar a li pêşiya wê helwesta partiyên ku dê bi wan re hukûmetê ava bike.

 Bratuesk beriya niha jî di temenê xwe yê ciwaniyêk de Dîrektora Butçeyê ya Wezareta Aboriyê bû û soz dide ku dê deynê butçeyê yê ku ji aliyê Yekitiya Ewropayê ve hatiye diyarkirin dabixe ji sedî 3.

DIVÊ NÊRÎNÊN CÛDA LI HEV BICIVÎNE

Ji bo bikare dengê baweriyê ya Parlementoya Sloven a ku ji 90 kursiyan pêk tê bigire, pêwîstiya wê bi dengê hemû partiyên cûda yên biçûk û mezin heye. Partiya wê PS xwedî 28 kursî ye. Partiya Sosyal-Demokrat ku di ji peywirê girtina hukûmeta Jansa de rol wergirt xwedî 10 kurs, partiya Gregorî Virant Lîsteya Sivîl (LGV) xwedî 8 û Partiya Malinşiyan (DeSUS) jî xwedî 6 kursiyan e.

Ev partiyên ku serokwezîrê berê Janes Jansa bi gendeliyê tawanbar dikirin, li hemberî Bratueske jî dudil in.

Paritya PDS ya ku ji desthilatiyê hate xistin, di twitterê de daxuyaniyek da û diyar kir ku gelek zor e ku Bratuesk bikare hukûmeteke nû ava bike û di daxuyaniya xwe de îfadeyên zayendperest ên weke “dê hukûmeta wê bi qasî etekê wê dirêj be” bi kar anî.

Welatê Slovenyayê ku şêniya wê 2 milyon e, sala 1991’ê ji Federasyona Yugoslavyayê veqetiya û serxwebûna xwe b i dst xist. Sala 2004 bû endama YE’yê û sala 2007 jî bû endama herêma Euroyê. Li welatê ku rêjeya bêkariyê ji sedî 10 e, di hin waran de rewşa wê ya aborî baş û di hin waran de jî xirab e.