Li Şamê êrîşa bombeyi pêk hat 7 kesan jiyana xwe ji dest da
Li Şamê êrîşa bombeyi pêk hat 7 kesan jiyana xwe ji dest da
Li Şamê êrîşa bombeyi pêk hat 7 kesan jiyana xwe ji dest da
Li bajarê Kanaker ê li başûrê Şamê di êrîşa bi maşîneyeke bombebarkirî de 7 kesan jiyana xwe ji dest da.
Li gorî nûçeya televizyona dewletê ya Sûriyeyê, maşîneya bombebarkirî li bajarê Kanaker li ber Mizgefta Amarî teqiya. Di nav kesên jiyana xwe ji dest dane de zarok û jin jî hene.
Li gorî Rêxistina Şopandina Mafê Mirovan a Sûriyeyê ya navenda wê Îngilîstan e got ku di teqînê de 7 kesan jiyana xwe ji dest daye.
Kanaker a li başûrê paytextê ye, di kontrola hêzên Esad de ye; lê belê li derdora wê komên çekdar bi cih bûne.