Li Rûsyayê hejmara girtiyan gihişte 1600
Li Rûsyayê hejmara girtiyan gihişte 1600
Li Rûsyayê hejmara girtiyan gihişte 1600
Li taxa Biryulevo ya paytexta Rûsyayê Moskova şeva Pêncşemê ciwanekî Rûs yê 25 salî dema ku bi hevala xwe re vedigeriya malê, ji aliyê kesekî ku tê gotin “Kafkasî” ye hatiye kuştin. Li dû vê bûyerê, polîsên Rûs 160 kesên Kafkasî kirin binçavan.
Rêxistineke mafên mirovan, der barê pêleke nû ya êrîşan de biyaniyên bi eslê xwe ji Kafkasyayê hişyar kir. 1200 kes şeva Yekşemê bi şêweyekî komî hatin binçavkirin. Berdevkê polîsan Aleksey Şapkin ji çapemeniyê re axivî û îdîa kir ku 1200 kes dibe ku sûc kiribin.
Televizyona dewletê jî dîmenên bi dehan kesên ku destên xwe dane dîwarî di weşîne. Tê gotin ku ev binçavkirinên komî bi armanca daxistina hêrsa şêniyên taxa Biryulevo tên kirin..
200 kesên ku li taxa Biryulevo dijîn, ji bo li hemberî biyaniyên li taxê dijîn tedbîrên parastinê werin girtin, çalakî lidar xistin.