Hêjmarek ji mamoste û xwendevanên zimanê Kurdî doh li dibistana Şehîd Nezîr a Tirbespiyê azmûneyên zimanê Kurdî yên asta yekemîn derbas kirin.
Bi armanca fêrbûn û pêşxistina zimanê Kurdî, hejmarek ji mamoste û xwendekarên zimanê Kurdî li dibistana şehîd Nezîr a Tirbespiyê û gundên derdora wê, ezmûneyên zimanê Kurdî di nava coşeke mezin de derbas kirin.
Piştî perwerdiya du mehan ezmuneyên asta yekemîn hatin lidarxistin. Mamosteyên dibistana Şehîd Nezîr û şagirtan kêfxweşiya xwe anî ziman.
LI NAVENDA RUSTEM A ZIMAN LI HELEBÊ SEMÎNER
Bi armanca pêşxistina zimanê kurdî û danesîna çanda kurdan, Yekîtiya Mamosteyên Rojavayê Kurdistanê li navenda Rustem a zimanê Kurdî ya li Helebê semînerek lidar xistin.
Di semînerê de gelek mamoste û pisporên zimanê kurdî beşdar bûn. Di semînerê de Seroka Yekîtiya Mamosteyên Rojavayê Kurdistanê Gulîstan Sîdo li ser girîngiya zimanê dayîkê û çanda kurdî û girêdana xurt a di navbera wan de axivî.
Gulistan Sîdo diyar kir ku xwedîderketina li çanda kurdî bi pêşxistina zimanê kurdî pêk tê. Sîdo di axaftina xwe de bal kişand ser rola huner û çanda kurdî ya stran û helbestan di parastina zimanê kurdî de .
Gulîstan Sîdo da zanîn ku rola lêkolînvan û mamosteyan di pêşxistina giramêra zimanê kurdî de gelek mezin e.