Li Rojava Festîvala Govendê ya 6’emîn dest pê dike

Festîvala Govendê ya 6’emîn ya Şehîd Ronahî Bawer di 16’ê Îlonê de li Rimêlanê wê were lidarxistin. Festîval wê 4 rojan bidome.

Festîvala Govendê ya 6’emîn ya Şehîd Ronahî Bawer ku di sala 2015'an de dest pê kir, wê li bajarê Rimêlan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di navbera 16-20'ê Îlonê de bê lidarxistin. Di festîvalê de komên muzîkê jî wê derkevin ser dikê û govend û dîlanên çandî yên gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî wê werin pêşkêşkirin.

Yek ji endama Komîteya Amadekar a festîvalê Evîn Bîlal ji ANF'ê re axivî û got: "Em ji sala 2015'an û vir ve bi konsepteke ku rengên hemû pêkhateyên giştî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê de cih digire, vê festîvalê li dar dixin. Ji ber êrîşên li dijî Rojava, festîval di navbera salên 2019-2021’an de nehat lidarxistin. Festîvala 5’emîn di sala 2021’an de li Hesekê hate lidarxistin. Festîvala 6’emîn jî em ê îsal li Rimêlanê li dar bixin.”

Evîn Bîlal derbarê naverok û amadekariyên festîvalê de agahî da û got: “Festîvala me weke çandekê di nava civakê de cihê xwe girtiye. Ji aliyê Komîteya Çand û Hunerê, Hîlala Zêrîn û Tevgera TEV-ÇAND'ê ve ji bo festîvalê amadekariyên xurt hene. Di festîvala ku em ê îsal li dar bixin de, ji bo Jîna Emînî û kesên ku li dor dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya li Îran-Rojhilatê Kurdistanê bûne yek, wê peyama hevgirtinê jî were dayîn. Nêzî 4 meh in em amadekariyên festîvalê dikin. 21 komunên govendê yên Kurd, Ereb, Asûrî, Suryanî û Ermeniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê tevlî festîvalê bibin. Di heman demê de wê komên muzîk û hunerê jî di festîvalê de cih bigirin.”