Li Qahîreyê di navbera alîgirên Mûrsî û polîsan de pevçûn
Li Qahîreyê di navbera alîgirên Mûrsî û polîsan de pevçûn
Li Qahîreyê di navbera alîgirên Mûrsî û polîsan de pevçûn
Li paytexta Misrê Qahîreyê di navbera alîgirên Serokkomarê berê Muhammed Mûrsî yê bi darbeya leşkerî ji wezîfeyê hat xistin û polîsan de pevçûnan rû dan. Pevçûn ji ber ku polîsan mudaxeleyî xwepêşandana alîgirên Mûrsî kirin rû dan.
Bi hezaran xwepêşandar ku ji navenda bajêr ber bi Wezareta Karên Navxweyî meşiyan destpêkê rastî êrîşa bi keviran a alîgirên rêveberiya demkî hatin, paşê jî rastî êrîşa polîsan a bi bombeyên gazê.
Di dema bûyeran de ji ber ku hin kesan bi satoreyan êrîşî xwepêşanderan kirin gelek jin û zarok ji cihên bûyerê reviyan.
Di pevçûnên ku polîsan bi awayekî zêde bombeyên gazê bi kar anîn de hat ragihandin ku gelek kes birîndar bûne û pevçûn berdewam dikin.
Alîgirên Mûrsî bi hefteyane li qadên Rabiya'tul Adeviyye û Nahda di konên ku vedane de xwepêşandanên xwe berdewam dikin.
Heta niha di mudaxeleya li hemberî alîgirên Mûrsî de nêzî 250 kesan jiyana xwe ji dest dane.