Li Qahîreyê 7 kes mirin, 261 kes birîndar bûn
Li Qahîreyê 7 kes mirin, 261 kes birîndar bûn
Li Qahîreyê 7 kes mirin, 261 kes birîndar bûn
Li paytextê Misrê Qahîreyê di pevçûnên şevê din de 7 kesan jiyana xwe ji dest da û 261 kes jî birîndar bûn.
Şeva din li paytextê Misrê Qahîreyê ji bo protesto kirina ji peywir girtina Serok Komar Mihemed Mûrsî xwepêşandan hate li darxistin. Di xwepêşandanan de 7 kesan jiyana xwe ji dest da û 261 kes jî birîndar bûn.
Hate aşkera kirin ku, 5 kes li semta Guîzeh ya dikeve Başûrê Rojavayê Qahîreyê, du li herêma Ramses ya nêzî pira Nîl jiyana xwe ji dest dane.