Li Parîsê 20 maşîne hatin şewitandin

Li Parîsê 20 maşîne hatin şewitandin

Li herêma Trappes a girêdayî Parîsa Fransa roja Şemiyê piştî ku polîsan nasnameya jineke bi pûşî pirs kir, bûyerên rû dan di tevahiya şevê de berdewam kirin.

Xwepêşandanên ku êrîşî Navenda Polîsan a Trapes kirin 20 maşîne, avahiyek û gelek bîdonên çopê ku şewitandin rawestgehên otobusan texrîb kirin.

Di xwepêşandana ku polîsan bi gazên çavan dişewitînin û bi gulleyên plastîk mudaxele kirin, çalakvanek û 4 polîs birîndar bûn. Wezîrê Navxweyî yê Fransa Manuel Valls ku têkildarî bûyeran daxuyanî da banga, aramiyê kir.  Valls, êrîşên li hemberî polîsan wek “nayên qebûlkirin” nirxand.

Roja Şemiyê, di çalakiya li ber navenda polîsan de zarokekî 14 salî çavê xwe wenda kir. Hat ragihandin zarok çavê xwe ji ber bombeya gazê ya polîsan wenda kiriye, têkildarî bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.

Li gorî Dozgerê Komarê yê Versaîlles Vîncent Lesclous bûyer dema di kontrola nasnameyan de hatiye xwestin ku jineke bi pûşî were binçavkirin destpê kirine. Dozger ragihand ku ew jin tavilê hatiye berdan û îdia kir ku hevserê wê êrîşî polîsan kiriye.