Li Pakîstanê sûîkasta siyasî: Zahra Shahîd Hussaîn hat kuştin
Li Pakîstanê sûîkasta siyasî: Zahra Shahîd Hussaîn hat kuştin
Li Pakîstanê sûîkasta siyasî: Zahra Shahîd Hussaîn hat kuştin
Li Pakîstanê, siyasetmedar Zahra Shahîd Hussaîn îro êvarê di encama êrişeke çekdarî de hat kuştin. Alîkara Serokê Partiya Tevgera ji bo Edaletê ya Pakîstanê (Pakistan Tehrik-i-Insaf PTI)Zahra Shahîd Hussaîn, li ber mala xwe ya li Karaçî li êrişeke çekdarî rast hat û di encamê de jiyana xwe ji dest da.
Partiya Zahra Shahîd Hussaîn Partiya Hewldana ji bo Edalet a bi Serokatiya lîstikvanê berê yê krîketê Îmran Han, di hilbijartinên giştî yên 11'ê Gulanê de serketineke mezin bi dest xistibû.
Partiya Hewldana ji bo Edaletê PTI, ji sedî 17.8'ê dengan stendibû û bûbû partiya duyemîn a serketî.