Li Nurnbergê pêşangeha wêneyan a li ser Kobanê

Hunermendê ji Rojhilatê Kurdistanê Îsmaîl Mamle, li bajarê Nunrberg ê Elmanyayê li ser berxwedana Kobanê pêşangeheke wêneyan vekir.

Hunermendê Kurd ê ji Rojhilatê Kurdistanê, ji bo piştgiriyê bide Kobanê li Mala Gel a Medya ya Nurnbergê pêşangeheke wêneyan a li ser berxwedana Kobanê vekir.

Kurdistaniyan tevî dostên xwe serdana pêşangehê kirin. Şiyar Xelîl ku 44 roj in li dijî tecrîdkirina Ocalan di greva birçîbûnê de ye, di pêşangehê de axivî û got, "Di vê demê de divê her kes destê xwe deyne ser wijdanê xwe, bes bêdeng bimînin û xwedî li berxwedanê derkevin. Her kesê ku ji xwe re dibêje, 'Ez mirov im' divê xwedî li berxwedanê derkeve. Gelê Kurd bi taybetî Kurdên li Ewropayê divê berxwedanê mezin bikin."

Îsmaîl Mamle di merasîma vekirina pêşangehê de axivî û got, "Di dema êrîşa barbarên DAÎŞ'ê de berxwedaneke mezin hate nîşandan û Kobanê hate rizgarkirin. YPG, YPJ'ê berxwedaneke mezin nîşan dan. Bi taybetî jinan, YPJ'ê bi xurtî li ber xwe dan... Vê berxwedana mezin dawî li DAÎŞ a barbar anî. Me pêşangeha ji wêneyên vê berxwedanê îro li vir vekir. Divê her kes wêneyên vê berxwedana mezin bibîe."