Li Nîjerê çalakiyên întiharî: 20 mirî
Li Nîjerê çalakiyên întiharî: 20 mirî
Li Nîjerê çalakiyên întiharî: 20 mirî
Li welatê rojavayê Efrîkayê Nîjer, îro du êrişên întiharî hatin kirin û di encamê de herî kêm 20 kesan jiyana xwe ji dest dan, bi dehan kes birîndar bûn.
Rayedaran dan xuyakirin ku êrîşa yekemîn li bajarê Agadez ê dikeve bakurê welêt, li dijî baregeheke leşkerî pêk hatiye û di encamê de herî kêm 20 kes mirine û gele kes birîndar bûne.
Hedef çalakiya duyemîn jî, bajarê Arlîtê bû. Hat ragihandin ku çalakiya li vê derê jî li dijî kaneke ûranyûmê ya kargeha Fransî Areva bû. Di bûyera li vê derê de jî 16 karker birîndar bûn.
Li gorî daxuyaniya rayedaran, li kana ûranyûmê zerarek mezin rû daye û xebata li vê derê rawestiyaye.