Li Mûnihê daxwaza ronîkirina komkujiya Parîsê

Li Mûnihê daxwaza ronîkirina komkujiya Parîsê

Bi daxwaza ronîkirina komkujiya Parîsê ya di 9’ê Çileya 2013’an de 3 jinên Kurd ên şoreşger hatin qetilkirin li bajarê Elmanya Munîhê weke her hefteyê vê Çarşamê jî çalakiyek hat lidarxistin.

Çalakiya ji aliyê Yekîtiya Xwendekarên Kurd û Navenda Civaka Kurd a Munîhê ve hat organîzekirin li ber Sefaretxaneya Fransa pêk hat. Di çalakiyê de wêneyên sê jinên şoreşger ên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin hildan.

Di daxuyaniya li ser navê Navenda Civaka Kurd de hat xwestin ku komkujiya zêdetirî sal û nîvek li ser derbas dibe bê ronîkirin û tavilê doz were kirin.Di çalakiyê de hovîtiya DAIŞ jî hat şermezarkirin.