Li Moskowayê kamyon û otobus li hevdu qelibîn: 14 mirî
Li Moskowayê kamyon û otobus li hevdu qelibîn: 14 mirî
Li Moskowayê kamyon û otobus li hevdu qelibîn: 14 mirî
Li paytexta Moskowa Rûsyayê di encama ku kamyonek û otobusek li hevdu qelibî herî kêm 14 kesan jiyana ji dest dan.
Li gorî Wezareta Rewşên Lezgîn a Rûsya di qezayê de 14 kesan jiyana xwe ji dest daye û 16 kes jî birîndar bûne.
Berdevkê Wezaretê Îrîna Rossîus, di daxuyaniya xwe ya di televîzyona Rûs de got ku qeza li gundê Oznobîchîno yê li başûrê Moskowa pêk hatiye. Qeza di encama ku kamyonek û otobuseke zarok têde li hevdu qelibîne pêk hatiye.
Li gorî agahiya polîs otobusa kamyon lê qelibiye bûye du parçe. Li gorî ajansa Itar-Tass jî berdevkekî din ê Wezareta Rewşên Lezgîn Oleg Voronov gotiye, di otobusê de 50 zarok hebûn. Piştî qezayê ji bo veguhestina birîndaran helîkopter birine cihê bûyerê.
Rûsya di mijara ewlekariya rê de di nav dewletên herî xerab de cih digire. Sala borî li Sûriyeyê nêzî 28 hezar mirov di qezayên trafîkê de jiyana xwe ji dest dan.