Li Montpellîer ji bo Ocalan 400 îmze hatin komkirin
Li Montpellîer ji bo Ocalan 400 îmze hatin komkirin
Li Montpellîer ji bo Ocalan 400 îmze hatin komkirin
Li bajarê Montpellîer ê Fransa ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 400 îmze hatin komkirin. Parlamenterê Parlamentoya Ewropayê Jose Bove jî bi îmzeya xwe piştgirî da kampanyaya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.
Li bajarê Montpellîer ê Fransa di çarçoveya kampanyaya îmzeyan a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê birêvebirin de standa îmzeyan hat vekirin. Li standa îmzeyan wêneyê Rêberê Gelê Kurd ku hat daliqandin pirtûk û belavokên Fransî hatin belavkirin.
Yek ji pêşengên gundiyên Larzak parlamenterê Parlamentoya Ewropayê Jose Bove bi hevser û gelek gundiyên Larzakê re standa îmzeyan ziyaret kir û piştgiriya xwe nîşan da. Li standa îmzeyan a tevahiya rojê rastî eleqeyeke mezin hat ligel Bovê 400 kesî bi îmzeyên xwe piştgirî dan kampanyayê