Li Misrê awir zîvirîn ser xwepêşandanên roja Înê

Li Misrê awir zîvirîn ser xwepêşandanên roja Înê

Li Misrê, hemû awir zîvirîn ser xwepêşandanên Birayên Misliman ên piştî nimêja Înê. Artêşa Misrê ya ku Serokkomar Mûhammed Mûrsî bi darbeyê ji deshilatdariyê xist dabû xuyakirin ku, ewê destûre bidin "xwepêşandanên aştiyane."

Koalîsyona Netewî ya ji bo Desteka ji Rewabûnê re, ku ji partiyên siyasî yên Îslamî pêk tê, bang kiribû ku piştî nimêja Înê xwepêşandan werin lidarxistin.

Alîgirê Mûrsî li bakurê Qahîreyê jî xwepêşandan lidar xistibûn û di navbera alîgirên herdu aliyan de bi dar û keviran pevçûn derketibûn.

Artêşa Misrê di daxuyaniya xwe ya Facebookê de ragihandibû ku xwepêşandan gefê li ewlekariya netewî nexun, ewê mafê protestoyê ewle bikin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Mafê azadiya ramanê û xwepêşandanên aştiyane, ku deskevtiyên şoreşa bi heybet e, ji bo herkesî ewle ne."

Ji aliyê din ve, artêşê piştî dest danî ser rêveberiyê gelek rêveberên Birayên Misliman kirin binçavan. Mûrsî di hepsa li malê de tê ragirtin û ji Birayên Misliman herî kêm 300 rêveber di binê çavan de ne. Tê gotin, lîderê olî yê Birayên Misliman Mûhammed Badîe jî di nava kesên li rojavayê welêt li Mersa Matrûh hatine binçavkirin de cih digire.

Hat ragihandin ku li Nîvgirava Sînayê di encama êrişa bi topên hewan û fuzeyan a milîtanên Îslamî li dijî nuqteyên ewlekariyê yên artêş û polîsan pêk anîne de, leşkerek miriye. Rayedaran dan xuyakirin ku, êriş li dijî Balafirgeha El Erîş a li nêzî Îsraîl û Şerîda Gazzeyê û nuqteya polîsan a li Refahê hatiye kirin.

Di nava du salên dawî de, li Nîvgirava Sînayê nuqteyên kontrolê yên ji bo parastina lûleyên petrolê, rastî êrişan hatibûn. Nayê zanîn ka êrişa dawî pêwendiya xwe bi hilweşîna deshilatdariya Serokkomar Mûrsî heye yan na.

Serokê Fermandariya Giştî ya Artêşa Misrê Abdulfettah Sîsî, di daxuyaniya xwe ya şeva Çarşemê de îddîa kiribû ku Mûrsî nekarî bersivê bide daxwazên gel, lewma darbe kiribû.