Li Misirê raperîna li dijî Mûrsî mezin dibe

Li Misirê raperîna li dijî Mûrsî mezin dibe

Li Misirê, xwepêşandanên ji bo îstifakirina Serokkomar Mûhammed Mûrsî û pêkhatina hilbijartinên pêşwext, mezin dibin. Di protestoyên li gelemperiya welêt ên bi beşdariya milyonan de, herî kêm 6 kesan jiyana xwe ji dest dan, zêdeyÎ 300 kes jî birîndar bûn. 

Li Misire, nerazîbûnên li hemberî Serokkomar Mûhammed Mûrsî yê nekarî krîza aboriyê û pirsgirêkên ewlekariyê çareser bike, li gelemperiya welêt belav dibin. Gireyên gel ên di sala 2011'an de Serokkomar Husnu Mubarek ji deshilatdariyê xistin, vê carê jî ji bo nûnerê deshilatdariya Birayên Misliman Seokkomar Mûrsî îstifa bike, daketin kolanan.

Protestoya herî mezin, li Qada Tahrîr a Kahîreyê ku weke qada şoreşê tê naskirin, pêk hat.

Mûxalîfên li vir li hev kom bûn, dirûşmên "Gel dixwaze rejîm hilweşe" qêriyan û xwestin hilbijartinên pêşwext pêk werin. Xwepêşandana li vê derê di rewşeke aram de pêk hat, lê belê li ber buroya navendî ya Birayên Misliman pevçûn derket. Di pevçûna li vir a di navbera girseya gel a xwepêşandêr û polîs û endamên Birayên Misliman ên di dest de ço, xwepêşandêrekî jiyana xwe ji dest da.

Wezareta Tenduristiyê ya Misirê da xuyakirin ku di serî de Kahîre, Îskenderiye, Asyût, Dakhaliyye, Benî Sûveyf û Bûhayra li 17 bajaran di navbera alîgir û dijberên Serokkomar Mûhammed Mûrsî de pevçûn derketin û di encamê de 6 kesan jiyana xwe ji dest dan, 304 kes jî birîndar bûn.

Li gorî nûçeyên di çapemeniya Misirê de hatin weşandin, mirinên li Asyût û Benî Sûveyf rû dan, di encama gulereşandina alîgirên Mûrsî li ser girseya gel de qewimiye. Li Asyûtê 3, li Sûveyfê jî kesekî jiyana xwe ji dest da.