Li Meksîkayê gora komî hat dîtin
Li Meksîkayê gora komî hat dîtin
Li Meksîkayê gora komî hat dîtin
Li bajarê Iguala yê Meksîkayê, ku di protestoyên 27'ê Îlonê de 43 xwendekar lê winda bûnn, goreke komî hat dîtin.
Cesedên di hundirê çalekê de hatin dîtin, nayê zanîn ka yê xwendekarên ku polîsan ew li wesayîtên rîngê siwar kiribûn, yan na.
Li Iguala yê 200 kîlometre li başûrê paytext Meksîko ye, roja Şemiyê li ser îxbareteke anonîm gora komî derket holê. Dozger Inaky Blanco yê lêpirsîna bûyerê dimeşîne anî ziman, ku pisporên tipê hewl didin nasnameya cesedan kifş bikin.
Xwendekarên mijara gotinê, ji bo tevlî protestoyên ji bo mafên hîndekaran bibin çûbûn eyaleta Guerrero. Polîsan gule li otobusa xwendekar tê de bû reşandibûn û 6 kes kuştibûn.
Der heqê bûyerê de 22 polîsên hatibûn binçavkirin hatibûn girtin. Der heqê Şaredarê Iguala û şefê ewlekariyê de jî biryara girtinê hatibû wergirtin.
Tê gotin ku polîs û rayedarên herêmê, bi hevkariya bi rêxistinên çete re, ev komkujî kirine.
Şahidên bûyerê dîtibûn ku hemû xwendekarên namzetên mamostetiyê yên ji êrîşê rizgar bûn, bêyî winda bibin ji aliyê polîsan ve li wesayîtên rîngê hatibûn siwarkirin.
Hin bûyerên ji bûyerê filitîbûn jî, piştî çend rojan têkilî bi malbatên xwe re dianîbûn, lê belê hînê guman li ser jiyana wan heye.