Li Meksîkayê di pevçûna narkotîkê de 22 mirî

Li Meksîkayê di pevçûna narkotîkê de 22 mirî

Li eyaleta Meksîka ya Mîchoacan di navbera polîs û çeteyên narkotîkê de pevçûnê rû da 2 jê polîs 22 kesan jiyana xwe ji dest da, 15 kes hatin binçavkirin.  

Pevçûn, dema karteleke narkotîkê ya bi navê Şovalyeyên Perestgehê ku li eyaleta rojava ya welêt bi bandor e li ser rê kemîn danî pêşiya polîsan rû da.

Li çend bajarên welêt li hemberî şiddet, revandin û xeracê komên xweparastinê jî ketine dewreyê.

Têkildarî pevçûnê di daxuyaniya ji aliyê Wezareta Karên Nevxweyî de wiha hat gotin:“2 polîsên federal mirin, 29 sûcdar hatin kuştin, 15 kes jî hatine binçavkirin.”

Artêşa Meksîkayê, di destpêka meha Tîrmehê de yek ji lîderên çeteyên narkotîkê  yê bêeman Mîguel Angel Trevîno Morales girtibû.

Ji sala 2006’an û vir ve piştî ku Serokdewletê berê yê Meksîkayê Felîpe Calderon artêşa Meksîka li hemberî çeteyên narkotîkê kir dewreyê 60 hezar mirovî jiyana xwe ji dest da.

Meksîka yek ji wan welatên ku kartelên narkotîkê yên herî bi talûke lê hene.

Lê belê, operasyonên ku hukûmet, bi yekîneyên taybet ên girêdayî artêş-polîs ‘têkoşîna bi narkotîkê” re pêk tîne, dibe sedema wendahiyên mezin ên mirovî.

Rêxistinên civakên sivîl û yên mafê mirovan ên li Meksîka ku yekîniyên taybet wek “Nêçîrvanên seriyan” terîf dikin, tê gotin operasyonên ku ev yekîne pêk tînin zêdetirî xwe înfaz in.   

Tevî îhlalên mafê mirovan jî hukûmet van polîtîkayên xwe berdewam dike.