Li Mannheim dilê Kurdan ji bo Rojava lê da

Li Mannheim dilê Kurdan ji bo Rojava lê da

Êrîş û qetlîamên komên çete yên girêdayî El Qaîde tên şermezarkirin.

Li bajarê Manheim ê Elmanya qetlîamên li Rojava hatin şermezarkirin. 2 hezar kes beşdarî meşa ku ji aliyê Komeleya Çand a Ludwigshafen hatibû organîzekirin bû. Di meşa ku saet 18.00’an de destpê kir dirûşmayên “Bijî Berxwedana YPG’ê”, “YPG lê dixe Rojava ava dike” berz kirin.    

Ligel Meclîsa Gel a Herêmê nûnerên sazî û dezgehên wek AGİF, AVEKOM, YNK Goran, Mizgefta Îbrahîm Xelîl jî beşdar bûn.

Piştî meşê li Paradeplatz de mîtîng hat lidarxistin. Di mîtîngê de peyama gelek sazî û dezgehan hat xwendin. Di axaftina ku li ser navê Komîteya Amadekar a Meşê hat kirin de wiha hat gotin: “Divê ji bo Rojava em timî li ser lingan bin û em ji bo Rojava seferber bibin.”

Nûnerê YNK Goran Dildar Seîd jî da xuyakirin ku divê Kurd ji bo Rojava bibin yek. Seîd her wiha xusûsên bi berjewendiyên neteweyî re girîngiya avakirina neteweya demokratîk jî bi ser axaftina xwe ve zêde kir.  

Piştî xwendina daxuyaniya ji aliyê Federasyona Komeleyên Kurd a Elmanya (YEK-KOM)’ê meleyê mizgeftê Mele Abdulqadir mafê axaftînê wergirt. Mele Abdulqadir da xuyakirin ku li Rojava bi destê çeteyan qetlîam pêk hat û got ku di Îslamiyetê de cih jî çeteyan re nîn e.