Li Malmo xebatkarên tenduristiyê meşiyan
Li Malmo xebatkarên tenduristiyê meşiyan
Li Malmo xebatkarên tenduristiyê meşiyan
Li bajarê Swêd Malmo, xebatkarên tenduristiyê ji bo astengî û kêmasiyên di sektora tenduristiyê de şermerzar bikin, careke din daketin kolanan. Xebatkaran xwestin dawî li taybetîkirina sentorê bê anîn û dest ji polîtîkayên tevgavkirina aboriyê were berdan.
Çalakiya ku ji aliyê koma bi navê "tenduristiya xwe rizgar bike" ve hat organîzekirin li Qaa Posthus a li navenda bajêr bi beşdariya 300 kesî pêk hat. Piştî axaftinan, çalakgeran dirûşmên "Tevahiya herêm wê xwepêşandanan lidar bixin", "Bese ji astengiyan", "ji bo her kesî tenduristî" qêriyan û ber bi avahiya Meclîsa GiştÎ ya Bajêr ve meşiyan.
Li vê derê dapîr (ebe) Camîlla Mellander peyivî û got, "Ez dixwazim şef û siyasetmedar, berpirsyariya biryarên xwe bigirin ser milê xwe. Siyasetmedar dibêjin ewê ji rewşa vê havînê dersê derxînin. Ders ji bûyerên bêplan tê derxistin, ne ji fekaletên plankirî."
Di belavoka li ser navê xwepêşandêran de hat xwestin ku dawî li astengiyên li sîstema tenduristiyê bê anîn û bal hat kişandin ser girîngiya helwesta gel a li dijî vê ekê. Di çalakiyê de bang li siyasetmedaran hat kirin ku dawî li taybetîkirina sektorê bînin û biryara xwe ya rawestandina girtina kar a personelên nû, vekişînin.
Piştî bidawîbûna çalakiyê, komek li ber avahiya Meclîsa Giştî ya Bajêr rawestiya û hewl da têkeve hundurê avahiyê. Xwepêşandêran hêk avêtin yek ji rayedarên Meclîsa Giştî ya Bajêr Pîa Kînhûlt û li ser destwerdana polîsan belav bûn.