Li Madrîdê bi hezaran kesî 'taybetîkirin' şermezar kirin

Li Madrîdê bi hezaran kesî 'taybetîkirin' şermezar kirin

Li paytexta Spanya Madrîdê tevî doktor û kedkarên tenduristiyê bi hezaran kes herikîn kolanan û taybetîkirina rêveberiya gelek nexweşxaneyan şermezar kirin.

Li gorî daneyên polêsan herî kêm 6 hezar xwepêşandêr li navenda bajêr bi pankartên bi nivîsa "Tenduristî nayê firotin, tê parastin", "Tenduristî bi erzanî tê firotin", "Kêmkirina ji mafê tenduristiyê sûce" meşiyan. Çalakvanan xweestin dawî li kêmkirina butçeya ji bo tenduristiyê bê anîn.

Çalakgeran ji hukûmeta herêmî ya Madrîdê xwest biryara taybetîkirina rêveberiya 6 nexweşxaneyan û 27 navendên tenduristiyê, paşve bikşîne. Çalakgeran li qada Porta del Sol daxuyaniyek dan çapemeniyê û destnîşan kirin, ku ewê destûr nedin têkbirina pergala tenduristiyê.

Hêjayî gotinê ye, ji meha Mijdarê û vir ve sendîkayên li welêt bi rêk û pêk çalakiyên şermezarkirinê pêk tînin û balê dikşînin ser tehlûkeya tenduristiya raya giştî.  Bi reforma pergala tenduristiyê re, ku di bihara sala 2012'an de ji aliyê hukûmeta rastgir a Marîoano Rajoy ve hat derxistin, tê payîn 7 milyar Euro teserûf bê kirin. Li Spanyayê di rewşa heyî de rêjeya bêkariyê ji herdemê bêtir zêde bûye û derketiye ji sedî 27'an. Ev rêje di nava ciwanan de jî ji sedî 52'an derbas kiriye.