Li Kusayrê bombebaran: 52 mirî

Li Kusayrê bombebaran: 52 mirî

Artêşa Sûriyê, bajarôk Kusayr ê li ser sînorê Sûriye û Libnanê, bombaran dike. Li gorî agahiyên destpêkê di encama bombebaranê de herî kêm 52 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Yekîneyên artêşa Sûriyê yên ketin bajarokê Kusayr, kontrola meydana navendî, avahiya şaredariyê û gelek avahiyên din xist destê xwe.

Konseya Şoreşê ya Sûriyê der heqê mijarê de daxuyaniyek da û diyar kir, ku di bombebaran de 52 kesan jiyana xwe ji dest dane û ji van 21 jê çekdarên wan e.

Mûxalîf îddîa dikin, ku Hîzbûllah a Libnanê jî, di vê tevgera leşkerî de piştgiriyê dide artêşa Sûriyê. 
Bajarokê Kusayr ê ser bi bajarê Hûmûsê ku ev bi heftane lê şer heye, weke navendeke girîng a lojîstîk ji bo mûxalîfan tê dîtin.