Li Kolombiyayê qelandina daristanan

Li Kolombiyayê di nav salekê de birîna daran 23 ji sedî zêde bû.  Welatê Kolombiya 2.200 kîlometrekare herêmeke ya daristanê winda kir.

Enstîtûya Karên Derve û Meteorolojî û Hîdrolojiyê diyar kir ku li gorî sala beriya 2017’an birîna daran 23’ê ji sedî zêde bûye. Li Kolombiyayê di nava salekê de herêmeke qasî Luksembûrgê mezin ya daristanan hate windakirin.

Wezîrê Jîngehê Lûîs Gîlberto Mûrîlo wiha got; “Ger em li navenda welat û peravên Pasifîkê daristanan ji holê rakîn jî li Amazonan zêdebûneke bi hêz heye.”

Birîna daran taybet li herêma Amazonan a welat zêdetir bûye. Birîna daran 65 ji sedî li vir tê kirin. Li herêma Amazonan birîna daran û tunekirina daristanan di salekê de 2 qat zêde bû.

DI MIJARA PIRCÛREYA BÎYOLOJÎK DE DI CÎHANÊ DE RÊJEYA DÛYEM DE YE

Kolombiya piştê Birezîlyayê di mijara pircûreya biyolojîk de di cihanê de rêjeya dûyem de ye. Ji sedî 52 axa Kolombiyayê ji daristanên Kolombiyayê pêk tê û di cihanê de ajalên kêm tên zanîn sedî 10’ê wan di van daristanan de ye.

Li gorî rapora Îdeamê sedemê kêmbûna cihê daristanan,  xwedîkirina ajalan, binesazî û avahîsaziya welat,  kargehên daran, madenan û çandiniya derveyê yasayê ye.