Li Kobanê Tevgera ciwanên Şoreşger di çarçoveya xebatên xwe de, dest bi perwerdeyên ji bo mûzîkê kirin.
Li Kobanê Tevgera Ciwanên Şoreşger dest bi xebatên perwerdeya gurûpên ciwana ji bo mûzîkê kirin. Di nava ciwanên ku têne perwerde kirin jinên ciwan jî hene. Perwerde ji aliyê mamosteyên pispor vet ê dayin.
Ciwanan da zanîn ku mebesta wan ji kursên perwerdeya mûzîkê avakirina Koma Ciwanên Şoreşger ya mûzîkê û pêşxistina mûzîka kurdî ye. Ciwan di nava kursên xwe de perwerdeya zimanê kurdî jî dibin.
Derbarê kursên perwerdeyê de Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Xebat Mıhemed yê ku cihê xwe di nava Koma Ciwanên Şoreşger de digire diyar kir: ''Em di navenda xwe ya ciwanan de gelek xebatên cûda dikin. Perwerdeya zimanê kurdî heye her wiha em mamosteyên ziman amede dikin û neha me xebata amedekirina koma xwe dest pê kiriye''.
Endamê Koma Ciwanên Şoreşger Hozan Elî bal kişand li ser xebatên wan ji bo vejandina stranên kurdî yê kevin û bi rêxistinkirina ciwanan li Kobanê xebatên xwe dikin. Elî diyar kir ku ew koma xwe amede dikin ku beşdarî şahiya Newroza îsal bibin.