BI DÎMEN

Li Kobanê wê festîvala duyemîn a Şehîd Berçem bê lidarxistin

Tevgera Çand û Hunera Jinê ya Hîlala Zêrîn dem û cihê festîvala duyemîn a şehîd Berçem diyar kir û ragihand ku wê bi hunera xwe azadiya Rêberê xwe misoger bikin.

Tevgera Jin a Hîlala Zêrîn dem û cihê festîvala duyem a şehîd Berçem diyar kirin û gotin ku wê li bajarê Kobanê festival ji 6 heta 9’ê Îlonê dewam bike.

Daxuyanî li ser navê Rêveberiya Hîlala Zêrîn a Kantona Firatê ji aliyê Necle Bozan ve hate xwendin.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

“26 sal in ku Rêber Apo di encama komployeke navneteweyî de bi fîzîkî dîl hatiye girtin û li hember vê komployê Rêbertî di nava şert û mercên zehmet de di asta herî jor de têkokşînê dimeşîne. Em berxwedana Rêber Apo pîroz dikin û weke tevahî gelê Bakur û Rojhilat Sûriyeyê em ê bi pêşengtiya Rêber Apo azadiya tevahî gelan mîsoger bikin. Lê beriya her tiştî pêwîste em jî li hemberî rewşa Rêbertî xwe berpirsyar û zelal bikin. Ev komplo bi destê faşîzma AKP, dewletên NATO û dewletên navneteweyî li ser Rêbertî pêş ketiye. Di heman demê de di şexsê Rêber Apo de li ser hemû gelên cîhanê tê pêkanîn. Rêbertî li hemberî pergala îmha û înkarkirinê ya li îmraliyê têkoşîneke bîrdozî û çandî ya bê hempa dimeşîne û li ber xwe dide. Ji ber vê yekê em bi israrin ji bo azadiya Rêber Apo bibin bersiv û bi karê xwe yê hunerî û çandî re di vê çarçoveyê de li ber xwe bidin.

Di çarçoveya pêngava ‘Ji Rêber Apo re azadî û ji Pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ weke tevgera çand û hunerê ya jin a hîlala zêrîn me soz daye ku em ê bi çand û hunera xwe Rêberê xwe azad bikin û balê bikişînin ser rewşa Rêbertî. Em ê berhemên xwe yên jin ên di 2’yemîn festîvala Şehîd Berçem de diyarî Rêber Apo dikin. Îro yanî 1’ê Îlonê em ê 30 hezar broşuran li ser jiyan û felsefeya Rêbertî li hemû navçe û malan belav bikin. Wê ji 6 heta 9’ê Îlonê festival dewam bike.

Wê di festîvalê de bernameyên wêjeyî, hunerî û çandî bên li darxistin. Bi rihê hunera şoreşgerî em bang li gelê Kurdistanê û hemû gelê azadîxwaz û cîhanê dikin ku li hemberî zihniyeta tunekirin û dûrxistinê ya dewleta Tirk a faşîzm bertekên tund nîşand bidin. Em bang li saziyên mafê mirovan dikin ku bi rola xwe ya wijdanî bilîzin. Em ê bi hêza xwe tecrîdê bişîkînin. Em ê bi riya hunerê fikra Rêberê xwe belav bikin. Em çand û hunera xwe çendî geş bikin, ewqasî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger dibe."

Piştî daxuyaniyê, broşur li nava bajar û navçeyan broşur hatin belavkirin.