Li Kîelê Fermandarên HPG’ê Reşît Serdar û Huseyîn Mahîr hatin bi bîranîn
Li Kîelê Fermandarên HPG’ê Reşît Serdar û Huseyîn Mahîr hatin bi bîranîn
Li Kîelê Fermandarên HPG’ê Reşît Serdar û Huseyîn Mahîr hatin bi bîranîn
Endamê Komîteya HPG’ê Mehmet Can Gurhan (Reşît Serdar) yê di 18’ê Mijdara sala 2012’an de li çiyayê Katoyê Jîrka yê girêdayî navçeya Şirnexê Elkê li gel komek hevalên xwe pêl mayînê kirî jiyan xwe ji dest dayî û endamê Meclisa PKK’ê û Desteya Leşkeriya HPG’ê Qadir Çelik, (Huseyîn Mahîr) li bajarê Almanyayê Kîelê hatin bi bîranîn.
Li bajarê Almanyayê Kîelê Komeleya Dostaniya Kurdan Endamên Desteya Leşkeriya HPG’ê Mehmet Can Gurhan (Reşît Serdar) û Qadir Çelik (Huseyîn Mahîr) bi bîranî.
Di axivtinên hatîn kirin de hat destnîşan kirin ku Çelik û Gurhan mînakên cesaretê û şervaniyê bûn û bi sekna xwe Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd û meşa serkeftinê nîşa dostan û dijmin dan û wiha hat gotin: “Her du hevalên me bi salan li ser coxrafiya Kurdistanê li di dijî dewleta Tirk a mitînger, qetlîamkar û qirkirinkar têkoşîn dan meşandin û fermandarî kirin. Destana berxwedanê a gerîlayên Kurdistanê ji hemû cihanê re diyar kirin.”
Di axivtinên hatin kirin de hat diyar kirin ku di sala 2012’an de li Kurdistanê gelek destanên berxwedanê pêkhatin û wiha hat ragihandin: “Bi sekna xwe û pratîka xwe şupdariya bi Rêber Apo û Hevalê Mehsûm re dan diyar kirin. Rêzdarîya heval Qadir Çelik, Mehmet Can Gurhan qet bi dawî nabe.”
Di bîranînê de Şoreşa Rojavayê Kurdistanê jî hat silav kirin û wiha domandin: “ Em vêderê soza layîqbûna wan didin. Şehîdên me di herdemê de wê di dilê me û gelê Kurdistanê de jiyan bikin. Gelê Kurd, îro ber bi azadiyê ve dimeşe. Bi saya şahîdan û berdêlên hatîn dayîn. Ta ku gelê me Rêberê me azad bibe wê têkoşînê bi dome.”
Bîranîn bi slogana “Şehîd namirin” bi dawî bû.