Li Kerkûkê ji bo nîşandayina hunerên jinên ciwan pêşangehek wêneyan hat vekirin

Li bajarê Kerkûk a Başûrê Kurdistanê bi armanca nîşandayina hêz û hunerên jinên ciwan pêşangehek a wêneyan hat vekirin.

Doh êvarê bi pêşengiya Koma Hişyariya Ciwanan li Kerkûkê pêşangehek a wêneyan bi dirûşmeya “Pêngavek ji bo pêşxistina ciwanan ber bi demokrasiyê ve” hat vekirin. Di pêşangehê de zêdetirê 30 wêne û şêwekariyên cuda ku ji aliyê 15 jinên ciwan ên bajêr ên ji neteweyên cuda ve hatibûn xêzkirin hatin pêşandan.

Her wiha kesayetî û nûnerên rêxistin, çîn, netewe û beşên cuda yên civakê yên li Kerkûkê di pêşangehê de amade bûn.

Têkildarê vê çalakiyê berpirsê Koma Hişyariya Ciwanan Soran Serdar ji ANF’ê re axivî û go “Em wek Koma Hişyariya Ciwanan îro me ev çalakiya ku ji pêşangeheke taybet ji bo nîşandana kêrhatiyên jinên ciwan ên bajêr pêk tê organîze kir. Armanca me weke Koma Hişyariya Ciwanan ev e ku ruhê bi hev re jiyanê ya di nava pêkhateyên Kerkûkê pêş bixin û hewl bidin ku ciwanan bi feraset û wateya demokrasiyê şa bikin.”

Serdar her wiha destnîşan kir ku ew hewl didin bi rêya demokrasiyê hunerê pêş bixin, ji bo wê pêşangeh bi dirûşmeya “Pêngavek ji bo pêşxistina ciwanan ber bi demokrasiyê ve” vekirine û wiha dawî li axaftina xwe anî; “Mixabin li bajarê Kerkûkê zêde girîngî bi hunerê nehatiye dayin. Em jî wek Koma Hişyariya Ciwanan dixwazin bi rêya vekirina pêşangeh û pêşkêşkirina semîneran ve hêz û hunerên ciwanên Kerkûkê bi pêş ve bibin.”