BI DÎMEN

Li Kasselê 'Festîvala Rojava'

Li bajarê Kassel ê Elmanyayê bi dirûşma 'Civaka azad, jiyana ekolojîk' 'Festîvala Rojava' hate lidarxistin.

Di festîvalê de destpêkê bi sernavê 'Jiyana ekolojîk û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan' du panel hatin lidarxistin.

Bernameya bingehîn a festîvalê jî piştî deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna Şehîdên Azadiyê yên Kurdistanê destpê kir.

Hevserokên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Kasselê axivîn û gotin, "Destpêkê em afirînerê şoreşê Rêber Apo silav dikin. Em hêvîdar in ku felsefeya Apoyî li Rojava bikeve meriyetê û pêşengiyê bike."

Piştre bi navê Komeleya Malbatên Şehîdan (KOMAW) Ahmet Aktaş axivî. Aktaş anî ziman ku di şerê dijî artêşa Tirk a dagirker de hejmara şehîdan her roj zêde dibe û got, "Em ê her tim li ser şopa şehîdên xwe bin û şopdarê têkoşîna wan bin. Têkoşîna Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê serê me bilind dike, şehîdên me rêya me ronî dike."

Hevseroka FED-DEM'ê Sebahat Ergîn jî li festîvalê gel silav kir û bûyerên di rojevê de ne nirxand.

Li festîvalê ku ji bo zarokan qada lîstikê hate amadekirin her wiha standa pirtûk û xwarinê jî hate danîn. Hozan Serfiraz, Koma Şehîd Xebat û Kewê derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin. Girseya gel jî li ber stranên wan govend gerand.

Di festîvalê de ku bi coşeke mezin derbas bû, dirûşma 'Bijî Berxwedana Rojava' hate qîrîn.