Li kampa Berxwedan bi hezaran kes li dijî komployê meşiyan

Şêniyên Kampa berxwedan bi meşekê roja komploya 15'ê Sibatê ya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat, şermezar kirin.

Komploya 15'ê Sibatê ya navneteweyî ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat, di salvegera 21'ê de li kampa Berxwedan a li Şehbayê bi meşeke girseyî hate şermezarkirin.

Bi hezaran kesên ku li ketina kampê li hev kom bûn bi dirûşma "Wê sala 22'an a komployê ji bo têkoşîn û berxwedana gelan bibe sala serketin û azadiyê" ber bi qada kampê ve meşiyan.

Li qadê piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyan, endamên meclîs û saziyên herêmê axivîn.

Bi navê meclîsa kampa Berxwedan Ferhad Elûş û ji Kongreya Star jî Leyle Îbîş axivîn.

Qisekeran komplo şermezar kirin û destnîşan kirin ku wê heta dawiyê li dijî komployê têbikoşin.