Li Japonya erdheja bi dijwariya 6.1

Li Japonya erdheja bi dijwariya 6.1

Welatê Japonya ku erdhejan her dikeve rojevê, îro bi dijwariya 6.1 hejiya.

Erdheja bi dijwariya 6.1 li peravên bakur ên Japonyayê, 50 kîlometre nêzî bajarê Namîe rû da. Erdhej 50 kîlometre li binê deryayê pêk hat û rayedarên Japonayayê diyar kirin ku berovacî daneyên Emerîkiyan, dijwariya wê 5.9 e. Ji ber edhejê alarma Tsûnamî nehat dayîn, lê belê tê gotin cihê erdhej lê bûye, nêzî kargeha Atomê Fukuşîma Daiçî ye. Rayedaran diyar kir ku di rewşa heyî de ji bo navenda atomê ti tehlûke nîne.

Hêjayî gotinê ye, di sala 2011'an de Tsûnamiya ji ber erdhejê rabûbû navenda atomê ya Fûkûşîma Daîçî hilweşandibû û vê yekê rê li ber karesateke mezin a xwezayî vekiribû.