Li Îtalyayê 10 hezar zarok di warê zayendî de hatin bikaranîn
Li Îtalyayê 10 hezar zarok di warê zayendî de hatin bikaranîn
Li Îtalyayê 10 hezar zarok di warê zayendî de hatin bikaranîn
Li gorî daneyên Yekitiya Ewropayê li welatên Yekitiyê di sala 2010'an de 528 hezar kes bûne mexdûrên bazirganiya mirovan. 2 jê 3 parên van, di warê zayendî de hatine bikaranîn. Ji sedî 12'e van kesan jî zarokên mêr, ji sedî 3'ê wan zarokên keç in.
Li gorî saziyên serbixwe jî, hejmarên mijara gotinê gelekî ji rastiyan dûr in.
Li groî Saziya bi navê Bese ji fuhûş, pornografî û bazirganiya zarokan re (Ecpat), bi tenê li Îtalyayê salê 9 heta 11 hezar zarok, di warê zayendî de tên bikaranîn.
Di fuhûşê de jî herî zêde zarokên penaberên ji Ewropa Rojhilat, Nîjerya û Çînê tên bikaranîn.
Zarokên keç, bi rêya înternetê dixin xefika karê fuhûşê. Zarok di berdêla 15 Euro de neçar dimînin bedena xwe nîşan bidin an jî carna di berdêla dayîna aboniyeta telefonê de!
Skandal Serokwezîrê berê yê Îtalyayê Berlûsconî ya bi jina ciwan a Fasî Karîma El Mahroung (Ruby) di nava raya giştî de cihekî mezin dît, lê belê saziyên bi mijarê de eleqedar dibêjin ev bûyer bi tenê rûyê çiyayê qeşayê yê tê dîtine.
NE TÊKILIYA ZAYENDÎ, BIKARANÎNA ZAYENDÎ!
Koordînatora Têkoşîna li dijî Bazirbaniya Mirovan a Yekitiya Ewropayê Myrîa Vassîlîadou got, "Hûn çawa dinirxînin binirxînin, zarokên di bin 18 salî de, mexdûrên bikaranîna di warê zayendî de ne."
Vassîlîadou bi gotina "Qanûnek têkiliya zayendî ya bi mirovên di bin 18 salî de ne, qedexe dike" heye û dixawze gotûbêjên li dora temenê Karîma El Mahroug tê kirin, êdî bi dawî bibe. Vassîlîakou got, "Hin derdor dibêjin El Mahroug 17 salî bû, mezintir xuay dikir û ji tiştên dikir berpirsyar bû. Em vê şîroveyê gelek caran ji profesyonellên li sektora me kar dikin, dibihîzin. Lê qanûn berovacî vê dibêje û divê qanûn mîna xwe bicih were anîn."