Li Îrlandayê bûyerên şîddetê

Li Îrlandayê bûyerên şîddetê

Li Bakurê Îrlandayê van du rojên dawî de ji nû ve bûyerên şîddetê rû didin. Di encama çalakiyên ciwanên Protestan ên bi munasebeta 12’ê Tîrmehê Roja Serketina Protestanan de di du şevan de bi dehan xwepêşandan û polîs birîndar bûn, gelek kes jî hatin binçavkirin.

Polîsên Îrlandaya Bakur, îddîakirin ku di bûyerên li Belfastê berdewam dikin de ciwanên Protestan bi kevir û molotofkokteylan êrîşî polîsan kirine, di du şevan de 39 polîs û berpirsiyarekî siyasî birîndar bûne. Her wiha polîs, ragihand ku ciwanên Protestan ên rûyê wan girtî li Ulster bi polîsan re pevdiçin.   

PÎROZKIRINA 323 SALAN A SERKETINÊ

Li Bakurê Îrlandayê 12’ê Tîrmehê ji aliyê Protestanan ve bi meşan tê pîrozkirin. Di 12’ê Tîrmeha sala 1690’î de di şerê di navbera Qralê Îngilîz ê Protestan Wilhelm ê 3’yemîn  û Jacquesê 2’yemîn de bi serketina Protestanan bi encam bibû.

Tevî ku heman gel in jî Protestan û Katolîkên Bakurê Îrlandayê de di  têkoşîna azadiyê de bûn xwedî helwestên cuda. Pirraniya Katolîkan ku alîgirên serxwebûnê yan jî alîgirên ji yekparebûna Îrlandayê ne, beşek zêde ya protestanan dixwazin bi Îngiîzan re bibin yek.

Li welêt di şerê navxweyî yê 30 salan de 3 hezar û 500 kesan jiyana xwe ji dest dabû. Di sala 1998’an de hevdîtinên di navbera Serokwezîrê  Îngiltereyê Tony Blaîr û lîderê Sînn Feîn Garry Adams de bi peymana aştiyê bi encam bibû.