Li Iraqê teqîn: 26 mirî

Li Iraqê teqîn: 26 mirî

Li navend û başûrê Iraqê, di encama rêze êrişên bombeyî de 26 kesan jiyana xwe ji dest dan. 

Çavkaniyên nexweşxaneyan dan xuyakirin, ku li paytext Bexdayê, li rawestgeheke otubusan û li nêzî restûrantekê 5 teqînên wesaîtên bombebarkirî pêk hatine.

Rayedarên Iraqî her weha ragihandin, ku li başûr Basrayê jî bi wesaîtên bombebarkirî 2 êrişên cûda hatine kirin.

Li gorî agahiyên hatin bidest xistin, di encama van êrişên li Bexda û Basrayê de 26 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Hêjayî gotinê ye, doh li bakur rojavayê welatê di êrişên li dijî polêsan de herî kêm 10 polês hatibûn kuştin.