Li Iraqê êrîşên bombeyî: herî kêm 16 kes mirin
Li Iraqê êrîşên bombeyî: herî kêm 16 kes mirin
Li Iraqê êrîşên bombeyî: herî kêm 16 kes mirin
Li Bexdaya paytexta Iraqê û eyaleta Babîlê ya başûr bi wesayîtên bombe lê bar kiribûn êrîş pêk hat û di êrîşan de herî kêm 16 kes mirin.
Li gorî çavkaniyên wezareta karê navxweyî hundir û tenduristiyê îro bi saeta herêmî re saet li dora 09.00’an bi çend deqeyan navberê li bakurê Bexdayê li taxa Kazimiye li bazara Çûkê du êrî pêk hatin. Di van êrîşan de herî kêm 11 kes mirin û 30 kes jî birîndar bûn.
Li başûrê Bexdayê jî li eyala Babîl ku zêdet Şîî li wir dijîn li bajarê Şomalî bi du wesayîtên bombebarkirî êrîş pêk hatin. Li gorî rayedaran di avan êrîşan de 5 kes mirin û 11 kes jî birîndar bûn.