Li Iraqê êrîşên bombeyî: 41 kes mirin

Li Iraqê êrîşên bombeyî: 41 kes mirin

Li bajarên Bexda, Kerkûk, Diyala, Fellûce, Hadîse, Mûsil û Enbar ên Iraqê di encama êrîşên bombeyî ku pirraniya wan hemwext pêk hatin de, 41 kesan jiyana xwe ji dest da, 101 kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên hêzên ewlekariyê û rayedarên tenduristiyê hatine girtin, li herêma Safaraniyê ya Bexdayê li hemberî nuqteya kontrolê ya leşkerî bi wesayîta bombebarkirî êrîş pêk hat. Di encama êrîşê de ligel êrîşkar polîsek û 4 kesên din jiyana xwe ji dest dan, 13 kes jî birîndar bûn.

Li bajarê Kerkûkê di encama êrîşên bombeyî ku li 5 cihan pêk hatin de 7 kes mirin 20 kes jî birîndar bûn. Li bajarê Hadîse di êrîşa çekdarî ya li dijî nuqteya kontrolê de 4 leşkeran jiyana xwe ji dest da. Li bajaroka Mîdadiye ya girêdayî bajarê Diyala, di encama êrîşa ku bi wesayîta bombebarkirî pêk hat de 12 kes mirin 21 kes jî birîndar bûn.

Li herêma Faysaliyê ya li rojhilatê Mûsilê jî di encama teqîna wesayîtek bombebarkirî de 5 kes birîndar bûn. Li herêma Huseyniye jî di encama teqînekê de 10 kes birîndar bûn. Li herêma Amîriye ya girêdayî bajarê Fellûceyê bombeya ku li pêşiya malekê hatibû bicihkirin hate teqandin û di encamê de kesek mir.

Li Enbarê jî di êrîşên li dijî hêzên polîsan de 7 ji wan polîs 12 kes mirin. Di teqînên li bajarên Kerkük ve Selaheddin de jî 32 birîndar bûn.