Li Iraqê êrişên bombeyî: 20 mirî

Li Iraqê êrişên bombeyî: 20 mirî

Li gelemperiya Iraqê di encama êrişên bi wesaîtên bombebarkirî de herî kêm 20 kesan jiyana xwe ji dest dan. 

Êrişên li dijî Şîan, li bajarên Kût, Azîziye, Mahmûdiye, Nasriye û Basrayê rû dan. 

Êrişa ku herî zêde rê li ber wendahiya mirovan vekir li navenda bajarê Kûtê pêk hat. Li qada îndustriyê, di dema kombûna karkeran de du êrişên bombeyî rû dan û gelek karkeran jiyana xwe ji dest dan, bi dehan karker jî birîndar bûn.