Li Iraqê 11 êrîşên hemwext

Li Iraqê 11 êrîşên hemwext

Di êrîşên bombeyî ên li Iraqê pêkhatin de 10 kesan jiyana xwe ji dest da.

Li Iraqê li herêma ku piraniya wê Şiî lê jiyan dikin 11 teqînan rû da. Hate hînbûn ku, bombe hemwext hatin teqandin.

Teqîna herî mezin li bajarê Hîlla ê 100 km dikeve başûrê Bexdayê pêkhat. Di encama teqandina 2 wesayîtên bombebarkirî de 5 kesan jiyana xwe ji dest da.

Li bajarê Qûrtê jî 4 teqînan hemwext rû da. Li vir jî 2 kesan jiyana xwe ji dest da, 31 kes jî birîndar bûn. Wesayîtek tejî teqemenî li nêzî dibistanek ya seretayî, ya din jî li nêzî restorantekê hate teqandin.