Li Îranê hilbijartineke zehmet û ne diyar

Li Îranê hilbijartineke zehmet û ne diyar

Di pêvajoyeke ku mêzîna Rojhilata Navîn diheje û li Sûriyê şerekî giran dimeşe de, Îran di meha Hezîranê de hilbijartinên Serokkomariyê lidar dixe. Mahmûd Ehmedînecad nikare cara sêyemîn bibe namzet.

Welatên rojava bala xwe dane ser vê hilbijartinê. Bi taybetî, nayê texmînkirin ku di mijara bernameya nukleerî de heta 14'ê Hezîranê ti gav bên avêtin. Ji ber vê yekê, li benda kesê ku têkeve şûna Ehmedînecad e. Ehmedînecad li gorî destûra bingehîn nikare cara sêyemîn bê hilbijartin.

Ji aliyê polîtîkaya derve ve Îranê di nava sala dawî de di mijara danûstandinên nukleerî de hin gav avêtin. Lê ji xebatên xwe yên dewlemendkirina ûranyûmê venagere. Welatên rojava jî hewl dide bi pêkanîn û gefan, bi rejîma Îranê re paşve gav bidin avêtin.

Hilbijartinên Serokkomariyê yên Îranê, di vê pêvajoya guhertinên li Rojhilata Navîn de gelekî girîng xuya dikin. Ji xwe hilbijartinên Serokkomariyê wê siberoja Îranê diyar bike. Pirsgirêka Îranê ne tenê bûyerên li welatên cîran û dorpêça navnetewî ye, di nava xwe de jî xwedî rewşeke giran a aborî û civakî ye.

Ji bo hilbijartinên Serokkomariyê zêdeyî 600 kesan namzetiya xwe nîşan dan. Ji van 100 namzet, xwedî potansiyeleke xurt in. Lê ji van bi tenê 10, wê ji aliyê Konseya Parastina Destûra Bingehîn ve werin erêkirin. Tê payîn heta 23'ê Gulanê çar an jî pênc namzet bên erêkirin. Ev yek jî wê dengeya hêzan hîn zelaltir raxe ber çavan.

Yek ji namzetan, serkêjê danûstandinên nukleerî û nûnerê yekser ê lîderê olî Seîd Celîlî ye. Li hemberî wî jî, Îsfendiyar Rahîm Maşaî yê nêzî Mahmûd Ehmedînecad disekine. Ev yek, rewşê gelekî zehmet dike. Bi taybetî, eger namzetê Ehmedînecad ji Konseya Parastina Destûra Bingehîn derbas bibe, hingî pêşdîtina encamên hilbijartinê gelekî zehmet dibe.

Çavdêrên siyasî dibêjin, namzetiya Maşaî were rekirin jî wê bi hêsanî paş ve gav neavêje. Lê ne diyar e, wê pêvajoyeke bi çi rengî rû bide. Ehmedînecad ê piştigiriyê dide Maşaî, ji aliyê derdora muhafazakarên tund ve, bi dûrketina ji îdeolojiya fermî tê rexnekirin. Hukûmet jî di nava Ehmedînecad û vê derdorê de maye.

Serokkomarê berê yê 78 salî Ekber Haşemî Rafsancanî yê weke "nerm" tê binavkirin, Şemiya derbasbûyî namzetiya xwe nîşanda û suprîz kir. Çavdêr dibêjin, eger namzetê Ehmedînecad were redkirin, wê pêşbirk bi Rafsancanî dewam bike.

Rafsancanî namzetê dengê oldarên kevneperest, muxalefeta navend û reformxwazan e.