Li Îranê erdhêja pêla wê 6.2 pêk hat

Li Îranê erdhêja pêla wê 6.2 pêk hat

Îro li başûrê Îranê bi pêleya 6,2 erdhêj pêk hat. Ligorî agahiyên destpêkê herî kêm 11 kes birîndar bûye û li 5 gundan xesar pêk hatiye.

Navenda Jeofîzîk a Amerîkayê (USGS) diyar kir ku erdhêj li bajarê Mînap 85 km li başûrê rojhilat 36,44 km di bin erdê de, li gorî saeta cîhanê di 02,08’an de pêk hatiye. Malaşopandinê ya Hong Kong’ê jî diyar kir ku meznahiya erdhêjê 6.1 e.  Navensa sîsmolojî ya Îranê da zanîn ku piştî vê erdhêjê peyhev yên bi şîdeta 4.1 û 5.2 pêk hatine.

 Sefê yekineya alîkariya destpêkê ya Heyva Sor a Îranê Mahmud Muzafer, ajansan nûçeyan a Farsê re axivî û diyar kir ku 5 gund bi awayekî mezin xesar dîtine û li gorî agahiyan 11 kes birîndarin.  Ajansa Mehr jî da zanîn gelek xanîp hilweşîne.

Îran li ser xetên fayê yên sîsmîk ên girîng cih digire.  Li welat gelek erdhêjên mezin pêk hatine. Herî dawî di 9’ê Nîsanê de li rojhilatê Îranê erdhêja pêla wê 7.8 pêk hat û di erdêjê de li Îranê yek û li Pakîstanê jî 40 kesî jiyana xwe ji dest dabû. Bi dehezaran xesarên mezin dîtin. Vê erdhêjê li hemû welatên korfezê û Hîndîstanê xwe dabû hîskirin.

Di tebaxa 2012’an de li nêzî Tebrîzê erdhêj pêk hat û 306 kesî jiyana xwe ji dest da. Erdhêja herî mezin ya salê dawî jî di kanûna 2003’an de li bajarê Bam pêk hatibû.  31 hezar kes miribû. Yanî nîvê nifûsa bajar tune bibû.