Li Hîndîstanê îzdihama mîna komkujiyê

Li Hîndîstanê îzdihama mîna komkujiyê

Li Eyaleta Madhya padeş a Hîndîstanê, hejmara mirovên di îzdihama duh a li bajarê Datîa de jiyana xwe ji dest dan, derket 109'an.

Ji bo beşdarî pîrozbahiyên Cejna Navaratrî bibin nêzî 20 hezar kes ketin ser rêya perestgeha Ratangarh a li Datîa, lê dema di ser pira li ser çemê Sîndh de derbas dibûn, îzdihamê rû da. Bîlançoya vê îzdihamê giran bû; 109 kesan jiyana xwe ji dest dan, 133 kes birîndar bûn.

Rayedarê polîsên herêmê da xuyakirin ku piraniya mirovên jiyana xwe ji dest dane, di binê piyan de mane û di nava avê de xeniqîne.